Di êrîşa Cenînê de 9 Filistînî şehîd bûn


Leşkerên Siyonîst ên îşxalker li danê sibê roja pêncşemê di êrişa ser Cenîn û kampa penaberan de 9 filistînî şehîd û 16 filistînî jî birîndar kirin ku rewşa hinek ji wan giran e.

post

 Adıyaman    26.01.2023 14:58:59    Bu İçerik 1815 kez görüntülendi.

07.10.22

 


Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşên li ser Cenîn û kampa penaberan de 9 Filistînî ku di nav wan de pîrek jî hebû hatin kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûn.

Rewşa kampa penaberan gelek giran e û tîmên ambulansê nekarîne xwe bigihînin hinek ji qurbaniyan.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku leşkerên siyonîst avêtine ser nexweşxaneya hikûmetê ya Cenînê û gaza rondikrêj avêtin beşa zarokan. gelek zarok ji dûmana gaza rondikrêj mexdûr bûne.

Ji aliyê xwe ve wezîrê tendirustîyê got ku wî daxwaza civîneke bilez li gel Xaça Sor û Rêxistina Tendirustiya Cîhanî bo rawestandina destdirêjiyên rêjîma dagîrker kir.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku demildest mudaxele bikin û zextê li rejîma dagirker bikin da ku kiryarên nijadperestî yên artêşa xwe li bajarê Cenînê rawestîne.

Medyaya Îbranî ragihand ku hêzên taybet ên Rejîma dagirker a Siyonîst ji bo girtina filistîniyên “tê xwestin” êrişî kampa penaberan a Cenînê kirin.

Dema ku Rejîma dagirker a Siyonîst êrişî vê navçê kir, Hêzên Berxwedana Filistînê li vê navçê dest bi berxwedanê kir û şer derket. Welatiyan diyar kirin ku rejîma dagirker nehiştin ambulans derbasî kampê bibin û elektrîka kampê û derdora wê qut kirin. (ÎLKHA)


YASAL UYARI: Yayınlanan yazılı haber, fotoğraf ve videonun tüm hakları İlke Haber Ajansı Basın Yayın San. Tic. A.Ş.'ye aittir. Hiçbir surette haber, fotoğraf ve videonun tamamı veya bir kısmı yazılı sözleşme yapılmadan veya abone olmadan kullanılamaz.

FİLÎSTÎN-ŞEHÎD-SİYONÎST-CENÎN